LONDON - Şeşemîn Mihrîcana Ciwanên Kurd ên Brîtanyayê ya îsal konserek bi coş bi dawî bû. Çalakiyên îsal ji bo bîranîna ciwanên kurd wên ji bo azadiyê bedena xwe dane ber agir, Evrîm Demîr, Mustafa Malçok û Mazlum Erencî hat lidarxistin.
Di çarçoveya mihrîcana bi dirûşima "Ji qirkirina çandî re na" hatiye lidarxistin a 4 rojan dom kir de panel, çalakiyên çandî û sporê hatin lidarxistin. Dawiya mihrîcanê de jî konserek hat lidarxistin. Konser li Navenda Civaka Kurd a Londonê hat pêkanîn. Nûnerên Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî û yên Meclîsa Jinê ya Roj di konserê de axaftinek kir. Piştî axaftinan sînevizyona çalakiya ciwanan a dagirkirina Rojnameya The Guardianê hat nîşandan. Di konserê de kesên di çalakiyên sporê de xelatên yekemîn û duyemîn girtine jî xelatên xwe girtin. Piştî merasîma xelat, Hunermend Olcay, Koma Zelal, Rojda, Cemil Koçgün û Çetin Oraner derketin ser dikê. Ciwanan di konserê de bê navber dirûşimên "Biji Serok Apo" û "Şehid namirin" gotin.
Nûnerên Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî ku me piştî konserê nêrînên wan girtin, diyar kirin ku festivala wan serkeftî derbas bûye û gotin ku ji bo di zanîngehên Îngîlîz de perwerdehiya kurdî bê dayîn û di çarçoveya kampanyaya Nasnameya Azad û Rêberê Azad de wê xabatan bimeşînin.
Piştî konserê ji bo meşa bi bonaya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê wê roj yekşemê bê lidarxistin banga tevlibûnê hat kirin.