V.I.P المدير الــعــام
عدد المساهمات : 661 مستوى النشاط : 6442 تاريخ التسجيل : 12/09/2011 العمر : 37 المهنة : علوم أجتماعية
| موضوع: Dîrok Kurd الأربعاء سبتمبر 21, 2011 2:52 pm | |
| | Kurdistan yek ji dergûşên herî kevin a şaristaniyê ye. Li cîhanê gelek ciyên kevin yên şaristaniyê hene. Ji wan hinek ev in: Filistîn, Misir, Yûnanîstan û Mezopotamya.
Mezopotamya axa navbera çemên Dîcle û Feratê ye (mezo: navber, potam: çem). Þaristaniya vê herêmê digihîje 8-9 hezar salên berî zayinê (b.z.). Hin cîranên kurdan yên dîrokî asûrî, faris, ermenî û romayî bûne. Bi qasî ku tê zanîn cara pêşî sumeriyan qala kurdan kiriye. Wan ji welatê kurdan re gotiye: KAR-DA-KA (*)
Ev gotin 2000 sal b.z. li ser kevirekî hatiye nivîsîn. Ev kevir li Mezopotamyayê li kavilekî sumeriyan hatiye dîtin.
Welatê Kardakan diket navbera Bedlîs û Wanê. Asûriyan jî ji kurdan re gotiye kardox û ji welatê wan re jî gotiye Kurtiye. Piştre navê kurdan di belgeyên dîrokî de wek kurtî, kirtî, kardox, kardoç, gutî, med, kardo û karduk hatiye nivîsîn.
Li gor dîroknasan kurd arî ne û neviyên medan in.
Gotina arî ji sanskrîtî (**) tê, maneya wê jî binijad, esilzade, yên xweşik, yên baş û rind e. Navê zimanê ariyan aryavaşa bû. Navê welatê wan Aryavarta (Welatê Arya/Warê Arya) bû. Welatê wan başûr û rojhilatê Derya Qezwînê (Xezar) bû.
(*) Navê KARDAKA li ser kevir bi awayê KRDK hatiye nivîsîn. Zimannas gava ku nivîseke ku tenê bi tîpên dengdar hatibe nivîsîn, A-yekê (dengekî di navbera A û E'yê de ye) dixin navbera hemû tîpan. Loma KRDK dikare KURDIK, KARDOK, KURDOK û hwd. be.
(**)Sanskrîtî zimanê kevn ê hindî ye.
|
| |
|