Afrin.TV عفرين لقنوات البث المباشر
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.



 
الرئيسيةAfrin TVأحدث الصورالتسجيلدخولالعربيةالجزيرةBBC عربيRONAHI TVفرانس 24

 

 Newroz çi ye?

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
V.I.P
المدير الــعــام
المدير الــعــام
V.I.P


ذكر عدد المساهمات : 661
مستوى النشاط : 6453
تاريخ التسجيل : 12/09/2011
العمر : 37
المهنة : علوم أجتماعية

Newroz çi ye? Empty
مُساهمةموضوع: Newroz çi ye?   Newroz çi ye? Emptyالأربعاء سبتمبر 21, 2011 2:40 pm

Newroz çi ye?

[ندعوك للتسجيل في المنتدى أو التعريف بنفسك لمعاينة هذا الرابط]
Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, padîþahek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, padîþahekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiþtin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan.

Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdiniþt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.

Ji kuþtin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike.

þevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê þevê, ji ber êþeke dijwar ji xewê þiyar bû. Gazî zana û bijîþkên li qesrê kir û ji wan re got:

– Ji ber vê êþa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!

Hekim û bijîþkên qesrê, li laþê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êþek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êþa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:

– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, þewitîm! Hûn tebîb û bijîþkên herî baþ û þahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?

Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:

– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.

Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêþniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qeliþî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê
carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li þênaya nedihiþtin, rêdikirin çiyan, di þikeftan de vediþartin.


Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di þikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.

Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiþtekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di þikeftan
hildihat.

Kawa, kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuþtina Dehak ji wan re eþkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îþareta wî man.
Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuþtiye.

Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re
çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leþkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî
bibin, Kawa ji leþkeran re got:


– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîþahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîþahê xwe deynim.

Gava leþkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, þa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaþt ber derî, leþkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da þahniþînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniþtî bû.

Dehak ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîþana fedakariyê yî. Bijî!


Kawa, piþtî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li þûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweþand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leþker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkiþiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîþ anîn ser qesrê, leþker û hevalbendên Dehak yên mayî
dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuþtin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuþtin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.


Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meþaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweþ li seyrangehan civiyan, kêf û þahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû.

Ji wê rojê û bi vir de ye, ku her sal roja 21ê adarê wek NEWROZ, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin.
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Newroz çi ye?
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
Afrin.TV عفرين لقنوات البث المباشر :: ¨¨¨°~*§¦§ Beşê Kurdî §¦§*~°¨¨¨ :: !~¤§¦ Zimanê Kurdî ¦§¤~!-
انتقل الى: