Afrin.TV عفرين لقنوات البث المباشر
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.



 
الرئيسيةAfrin TVأحدث الصورالتسجيلدخولالعربيةالجزيرةBBC عربيRONAHI TVفرانس 24

 

  Kurdistan Ala kurdî

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
KURDSTAN
عضو جديد
عضو جديد
KURDSTAN


ذكر عدد المساهمات : 30
مستوى النشاط : 4699
تاريخ التسجيل : 20/09/2011
العمر : 33
المهنة : طالب

 Kurdistan Ala kurdî Empty
مُساهمةموضوع: Kurdistan Ala kurdî    Kurdistan Ala kurdî Emptyالأربعاء سبتمبر 21, 2011 2:33 pm

Ala kurdî
 Kurdistan Ala kurdî Ala1
Her netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nîşana nasname û hebûna wan e. Ala her milletî bi şiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ne. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojeke zer heye.
Di dîrokê de kurdan kengî al, an jî sembolek ku şûna alê bigre bikaranîne tam ne diyar e. Lê ew kurdên ku ev serê 6-7 hezar salan e ku li Kurdistanê dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. Û wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî alek, an jî li şûna alê sembolek bi kar anîne.

Ala kurdî ya îro

Ala kurdî ya îroyîn ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan (Komela Rêkxistina Civakî ya Kurdan) li Stenbolê di 1920î de hatîye tesbîtkirin ku şiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya kurdan tesbît kirine û îlan kirine.

Kovara Hawarê û ala kurdî, 1932

Ala Kurdan di 1932'an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (1932) bi rengîn hatîye çapkirin û li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin. Celadet Alî Bedirxan di gotarek xwe de ala me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje:
".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise."


Li Mehabadê ala kurdî, 1946

Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê ala kurdî ya Komara Mehabadê de weha dibêje:
"Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1920'an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girt, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kir û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsî û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kir."

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal dike ku di salên 1948'an de li gel Yusif Azîzoglu û çend kurdên din danîne. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo wê destê xwe dadianîn ser ala kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje:

"Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez li Stenbolê çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn: sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; sipî, aştî ye, sor xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê kurdan Zerdûştî ye...."

"Xanimên muhterem, hemsinifên min ên delal, guh bidin da ez ji we re li ser ala me ya muqeddes çend pirsa bibêjim.

Ey ala Kurdistanê ya sê rengîn. Ey nîşana bilindiya Kurdistanê. Em miletê kurd li bin sîbera te ji bona bilindmayina te, amadeyên rijandina xuyna xwe, em pîr û ciwan heya giyan di me de bimîne amadeyîn da nehêlin tu bêyî xwar.

Ey Mehabad, Kabeya serfiraziya hemî kurdan! Gava ez ala xwe li ser te hilgirtî dibînim, hêvîya bilindbûna 15 milyon kurdan tê ber çavê min û çiqas bextîyar dibim. Ezê te helgirim û li ser hemû çiyayên bilind bigerînim. Strana azadiya te bibêjim. Tu li vir li ser me pêl dibî, lê birayên me kurdên Tirkiyê bi şahiya te, bi dîtina te ne pardar in, tu li vir bi bilindbûna xwe me bextiyar dikî, lê kurdên Sûrîyê û Iraqê ji dîtina te û şeklê te yê sipehî mehrûm in. Rengê te yê sor şahidê ku tu bi xwîna kurdan hatîyî helgirtin. Rengê te yê sipî nîşana dilpakiya kurda ye. Rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye. Ey quwweta azadî: li dunyayê tu quwwet nîne da bikare te winda bike, ji ber ku 15 milyon kurd ji bo parastina te hazir in, bi bilindbûna te çavên îstî'mar kor bûne.

Ey ala muqeddes! Ez sond dixwim ku ezê te biparêzim, eger destê min hate birrîn ezê bi destê din te hildim, eger ew jî bê birrîn ezê bi diranê xwe te bilind kim. Eger ez yekcar nemam tu hingê bi selamet û serfiraz bî ala min."
Rojnameya Kurdistan no: 95, 1946

Îhsan Nûrî û ala kurdî


Di serîhildana Agriyê de Îhsan Nûrî her ev ala kurdî bi kar anîye. Îhsan Nûrî bi xwe di bîranînên xwe de weha dibêje:
"Di 1926an de, Bro Heskî Têllî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hilda.
Di 1927an de nivîskar Îhsan Nûrî, xwe gihand Agriyê, îdareya şorişê girt destê xwe. Ji alî rêxistina Xoybûnê wek serfermandarê leşkerî hat hilbijartin. Di wê salê de ala sê rengîn a serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920î deTeşkîlatî Cemîyeta Kurdîstanê qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê şand Agriyê. Îhsan Nûrî ewelîn car ew li Agriyê bilind kir....

"...Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû...."
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Kurdistan Ala kurdî
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
»  barikana hozanin kurdi
»  Zimanê Kurdî
»  Zimanê Kurdî
» Waneyên kurdî
» Waneyên kurdî

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
Afrin.TV عفرين لقنوات البث المباشر :: ¨¨¨°~*§¦§ Beşê Kurdî §¦§*~°¨¨¨ :: !~¤§¦ Zimanê Kurdî ¦§¤~!-
انتقل الى: