AVIN Beşê Kurdî
عدد المساهمات : 72 مستوى النشاط : 4843 تاريخ التسجيل : 16/09/2011 العمر : 37 المهنة : طالبة جامعة
| موضوع: xeleka sêyemîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman) الجمعة سبتمبر 16, 2011 7:02 pm | |
| Xwendevanên hêja û delal em vê carê di xeleka sêyemîn de li ser ziman û rêziman û bandora wan li hev çi ye. Di vê mijarê de em ê wan şirove bikin. Werin em bi hev re li wan bikolin.Ziman çi ye ?Ziman deyardeyek xwezayi ye. Mirov dikare xwe bi ziman bide naskirin. Kes û tiştên li dora xwe pê bi de nîşan kirin. Du wate ji ziman re hene. Wateya giştî û wateya taybetî, bi wateya giştî, ziman hacêta ku mirov dikare insan, lawir û tiştan ji hev cuda bike. Lê di wateya taybetî de, ziman stûna netewî ya bingehîn e. Bê ziman netewe nayê naskirin. Dema em bêjin Alman, Inglîz, Holandî, Faris, Firansis, Ermenî, Ereb û Kurd…………….. û hwd. Mirov tê digihe û wan nas dike. Wek:Alman bi zimanê almanî dizanin.Ingilîz bi zimanê ingilîzî dizanin.Holandî bi zimanê holandî dizanin.Faris bi zimanê farisî dizanin.Ermenî bi zimanê ermenî dizanin Ereb bi zimanê erebî dizanin.Kurd bi zimanê kurdî dizanin.Ji ber vê yekê ziman di nav gelan de deyardeyeke* xwezayî ye û ti gel bê ziman nayê naskirin. Lewra gel bê ziman tuneye Dema gel peydadibe ziman jî pê re peydadibe. Ev her du deyarde bi hev ve girêdayine.Rêziman çi ye? Rêziman bingeheke tekûz kiriye, ku ziman li gor wê bingehê dimeşe û dikare li gor wê bê bikaranîn. Saskirina her zimanî li gor hin rêzikan* tê danîn, derveyî wan rêzikan (bingehan), ziman tevlî hev dibe. Lewra ji bo her zimanî hin bingeh û rêzik jê re hatine danîn. Her weha zimanê kurdî jî li gor bingeh û rêzikan tê bi karanîn, lê zimanê kurdî jî mîna zimanên cîhanê li gor pêşveçûnên civakî pêşve diçe.Bandora rêziman li ser ziman.Bi rastî bêyî rêziman ti ziman nikarin bi rengekî durust û sererast bi rê ve herin. Çawe ? dema yek rêzimana zimanê xwe nizanibe, zimanê wî ne rast tê bikaranîn û kesên li dora wî tê nagihêjin, ango ber peyvên wî nakevin. Rêziman nijnandina* tej û peyvan in, hûnandina peyvan û hevokan in û rastkirina nivîsandinê ye.Çawe cûdahî di navbera rêzimanan de heye, weha di navbera rêzimanan de jî heye.Rêziman û zimanê kurdî jî mîna yên cîhanê ne. Gelek nêzîkî di navbera zimanê me û grûpên zimanên iranîyan de heye, lê gelek cûdahî di nav bera zimanê me û yên cîhanê de jî hene.Wek ku di van hevokan de tê xwiyakirin.Zimanê Kurdî : min av vexwarKiryar berkar lêkerSubj. obj. Verb= Ingilîzî: I drank waterKiryar lêker berkar= Erebî : şerib tu al maeLêker kiryar berkar= Holladî: ik geef de bal aan hem Kiryar lêker berkar têrker.Ta bi jimarên kurdî jî ne weke yên van grûpan in.Lê wek yê Hindo Îraniyan in û ne wek yên ereb û Ewropiyan in. Wek:Yek – du (didu) – sê (sisê) – çar – pênc – şeş – heft – heşt – neh –deh.1- Ji hemî tîpên zimanê kurdî re dibêjin alfabeya kurdî û ew ji 31 tîpan saz dibe. Ji wan re tîpên girs û yên hûr dibêjin. Ji beşekî tîpan re dibêjin tîpên dengdêr (bideng) û ji beşê din re jî dibêjin tîpên dengdar ango (bêdeng).a- Tîpên girs ev in.A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Zb- Tîpên hûr ev in.a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z Tîpên dengdêr ev in: a e ê i î o u ûa- Tîpên dengdirêj ev in: a ê î o ûb- Tîpên dengkurt ev in : e i u Mînak : av- al- aş- ax- êş- êl- êvar-evîn- deng- reng- ken- ez- min-bir-bin- în- însan- îro- bîr- ox- Omîd- lo- no- kurt- gul- kul-xurt-dûr- nû- hûr.Tîpên dengdar (bêdeng) ev in: b – c – ç – d – f – g – h- j – k – l – m – n – p – q – r – s – ş – t – v – w – x – y – zDeng di zimanê kurdî de ji tîpên dengdar û yên dengdêr bi hev re tê çêkirin.Wek:av :devê mirov careke tenê ji hev vedibe ûdengek derdikevebotan :devê mirov dû caran ji hev dibe û dudeng derdikevin.kurdistan :devê mirov sê caran ji hev dibe û sêdeng derdikevin.Ka binêrin û bi lêvbikin bê ev peyvên jêrîn ji çend tejan (movikan) (syllabel) pêk tên. Ga – xwîn – xwas – dar – dev – baran – didan – çeleng – kurdistan – daristan – zivistan – şoreş – girî – welatparêz Ji van peyvan re dibêjin yên yekdeng:ga – ba – xwîn Ji van peyvan re dibêjin ên dû deng:Baran – gabar – ronî ji van peyvan re dibêjin ên sê deng:kurdistan – zivistan – daristan Xwendevanên hêja di vê mijarê de me hinekî karî em tîpên zimanê kurdî û peyvên zimanê kurdî û dengên zimanê kurdî ji we re bidin xwiyanîkirin û di xelekên pêş de em ê li ser hin mijarên din di zimanê kurdî de bi sekininMamoste : Subhî Ehmed | |
|